24 Aralık 2014 Çarşamba




XETA KOBANÊ Û HELEBÊ: NE ESAD NE JÎ MUXALEFET

Mete Çubukçu 
Werger/Çeviri: Azad ZAL (azadzal@hotmail.com)

Li Sûriyeyê şerekî navxweyî yê bêdawî û bêhêvî didome. Qad “qada gurgan” a wehşî ye û her tiştên li ser navê mirovahî dîrokê dide pêşiya xwe û xira dike dibe. Li holê şoreş tune ye. Mixabin ji wan armancên ku di destpêkê de hebûn jî dûr ketine. 
Di vê de para rejima Esad gelek e. Para din jî ya wan ên ku ji xwe re dibêjin muxalefetê ye. Li ber vê îqlîma hane êdî rêxisteneke wehşî ya bi navê DAIŞê heye. 
Van rojan em li ser diaxivin. Bi salan e sûriyeyîyên ku di bin zora rejime de bûn li hember Esad tekoşîn didan, li dû Sûriyeyeke bê Esad bûn. Ew niha tev bêhêvî ne. Hinek ji wan hatine kuştin, yên din jî reviyane yan jî ji nava raperînê hatine derxistin. Berî her tim ji derveyê dûrbûn. Niha jî dûrî muxalefetê ne jî. Gotina aktivîstekî muxalifê rejimê; “Ew tu caran nefikirîne ku ew ê bikevine vê rewşê” vê rastiyê tesdîq dike.
Rojnamevana Îtalî Francesca Bori 2 sal in ku li Helebê dijî. Di axaftina navbera min û wê de rewşa Helebê wiha vegotibû; “Berê min muxalefetê kiribû sê beş; alîgirên Esad, serhildêr û Îslamiyên radîkal… Lê ez di vê dabeşkirinê de xelet bûme. Aliyê çaran jî Sûriyeyê hene. Ew bê xwedî ne. Li Sûriyeyê tu bi kî re biaxivî biaxive, dixwazî bila alîgirê Esad be, dixwazî bila alîgirê serhildêran be, tu kes tu aliyekî naparêze. Hêviyên ku ji her du aliyan jî birîne, baweriya wan şikiyaye. Ji ber ku her kes bi tenê dixwaze li jiyanê bimîne.”
Kesê ku dest dirêjî qada xwîndar a li Suriyeyê nekiribe nemaye. Digel tiştên ku rejimê kiriye, ew ên ku bi ser Suriyê de dagirtine û di ser Sûriyeyê de polîtîkaya hawîrdor diyar dikin, ew ên ku ji welatên dûr hatine û dixwazin bibin mudaxilê herêmê ya jî yên ku qet guh nadinê. Ji rastê ber bi çepê ve yan jî ji mezinbûnê ber bi biçûkbûnê ve rêzkirina vanan ne pêwist e. Ji lew re her kes vana nas dike. Ji ber vê jî ew pêşniyaza ku tê gotin; “Bila qedera Sûriyeyê ji aliyê Sûriyeyîyan ve bê diyarkirin” çi qas rasteqîn e ne diyar e. 
Ew ê ku daketina nava “sînorên” rejimê, beşek ji wan ji bo piştgiriyê didin Esad ne li wê ne, ji bo ku li jiyanê bibînin li wê derê ne. Wekî din tiştên ku bikin tune ne. Bi tenê Elewî nîn in, Sunî jî, Xiristiyan jî, Durzî jî  di nava wan de ne.
Bombayên bermîlî li herêmên ku di destên muxalefetê de ne tê barandin. Ew ê ku li wan herêman dimînin yan jî li wan herêman asteng mane ji bo ku hêvîkî wan ji muxalefetê heye ne li wê ne; ji bo ku ji rejima Esad ditirsin û ji muxalifên li wê herêmê alîkarî digirin û li wir zikê xwe têr dikin loma li wê derê ne. Tê gotin ku li Helebê ava baranê tê vexwarin, pelên dar û beran têne xwarin.
Muxalefeta Sûriyeyê bi qasî ku li derve tê nîqaşkirin, li hûndir ew qas nayê nîqaşkirin. Ji ber ku baweriya mirovan ji vê şikiyaye. Ango, “muxalefeta nerm” a ku nayê zanîn tê çi wateyê jî hêvî nade.
Gelo Artêşa Sûreyeya Azad (ASA) hê heye yan na? Çima serleşkerên ASAyê ne nava Sûriyê li qadê nîn in, li ber sînor in, car carina diçin qada şer? Ew muxalefeta Sûriyeyê ya sivîl kî ye? Kî nûnertiya vê avaniyê dike? Di qadê hêza leşkerî heye? Kesên ku ji bo van pirsan bersivên hebin hene gelo?
Muxalefeta çekdar a Sûriyeyê piranî li aliyê hêzdaran e; bi zorê ya jî bi dilxwazî ketiye bin fermana DAIŞê. DAIŞ bi tenê rêxistineke terorîst nîn e, di heman demê de li ser zemînekê dimeşe û li mirovan bandor dike. Ev avanî ji holê rabe jî dê bandor û têgihiştina wê gelek demdirêj dewam bike. 
Muxalefeta çekdar, wekî Nusra, Eniya Îslamî a Selefî, Tevgera Hezmê, Tugayên Tewhîdê yên ku Tirkiye û Qatar piştgiriyê dide wan, Şoreşgerên Raqqayê, Şems-ulŞimal û mirov dikare van navan li dû hev rêz bike. Bi dehan yên din jî mirov dikare rêz bike. Ev tevger û rêxistin li hember kî şer dikin?
Di dewsa ku bi Esad re şer bikin, ew bi hev re şer dikin, li gorî rojeva welatê xwe naçin, li gorî rojeva welatên din dimeşin. Ew artêşeke wisa ne ku dixwazin di derveyê sînorên Sûriyeyê de bibin artêşa Sûriyeyê. Bi van avanî û rêxistinan mirov heta kêderê dikare bimeşe?
Yekîtiyeke hinek berbiçav ya bi navê Tevgera Volkana Firatê ye. Ev yekîtî di nava YPG û ASAyê de ye. Sembolîk e, biçûk e lê ji bo dahatûyê nûvaze ye. Ji lew re rasterast bi dijberên xwe re şer dikin.
Pêşniyaza nûnerê Nêteweyên Yekbûyê (NY) De Mistura heye: “Cemidandina rewşê.” Dixwaze bibêje ku ‘bila her kes rewşa xwe biparêze û bila merhaleyeke nû dest pê bike û hevdîtin pêk werin.’ Ne mumkun e ku ev pêşniyaz bê pejirandin. Ev pêşniyaz dê destê Esad xurt bike. Jixwe pirsgirêk ji çûyîna DAIŞ ya jî Esad zêdetir, kîjan pêşî kîjan paşî ye.
Herêmên ku ji trafîka hewayî re qedexe ne, bernameyên perwerde û çekgirêdan çi qas ew ê bi kêr bê ne diyar e. Tev jî ne diyar in. Hûn ê kî perwerde bikin, hûn ê çek bidin kî? Piştî ku we perwerde kir, kî dikare ewle bibe ku çend roj şûn de ev nebin mafya, ya jî neçin beşdarî DAIŞê nebin? Formula perwerde bike û çek girê bide, li welatên ku têne perwerdekirin bi navê “sendroma Peşawerê” heye. Qetlîama Dibistanê ya Peşawerê hê nû ye.
Gelê Sûriyeyê di hêwirzeya bêhêviyê de ber bi çaleke kûr ve gêr dibe. Bombebarandina Amerîka ew ê bibe çare gelo, ew ê zor bide rejima Esad yan jî ew ê pişta wê bide erdê yan na?
Û van rojên dawîn pirsekê pir tê pirsîn: “Çima ne Heleb, Kobanê?”
Hem Kobanê hem jî Heleb heman tekoşînê heq dike. Tiştên ku di derbarê Helebê de tê gotin gelek tirsnak e. Bi rastî jî Heleb wekî bajareke ku di Şerê Dinyayê yê Duyemîn de hatiye dorpêşkirin e. Bêhêvîtî û jibîrvebûnê tîne bîra mirov.
Wateya danberheviya her du bajaran tune ye. Ya jî yekî ji yê din pêşdetir bigire watedar nîn e.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder