8 Aralık 2014 Pazartesi

Têgihiştina li Başûrê Kurdistanê: Dema ku DAIŞ hat Tirkiye tune bû!

METE ÇUBUKÇU

Çeviri: Azad ZAL

Piştî êrîşên DAIŞê rewşeke nû li herêmê peyda bû. Serdana serokwezîr Davutoglu hem ji bo hikûmeta navendî (Bexda) û hem jî ji bo Rêveberiya Herêma Kurdistanê mirov dikare wekî ‘lêveger’eke nûbûnê bibîne. Ango, ji bo rêveberiya navendî (Bexda) motîvasyoneke ji bo destpêkê dixuyê, lê ziyareta wî (Davutoglu) ya Hewlêrê cudatir e.
Gelo ew ê di navbera Hewlêr û Bexdayê de gelek tişt biguherin? Ez ji vê yekê biguman im. Li Iraqê Erebên Sunî û Şiî di nava xwe de û di nava wan û Kurdan de pevremayîna bi tenê li ser aboriyê, ji bo demdirêjiya dahatuyê berhewa ye. Ew ê li derekê biqete. Jixwe tiştê ku wan bi hev re dihêle zêdeyê budçeyê tu tişt nemaye.
Em rewşa Bexdayê wekî mijar ji bo nivîseke din bihêlin û dîsa vegerin ser Hewlêrê.
Berî DAIŞê û piştî DAIŞê
Dema ku mirov ji aliyê Hewlêrê de lê binêre li Iraqê ji bo Gelê Kurd û Rêveberiya Herêma Kurdistanê rewş wiha ye; êdî mesele berî meha Pûşperê û piştî wê, ya jî berî DAIŞê û piştî DAIŞê ye.
Ji aliyê Tirkiyeyê ve her çi qas zêde neyê hîskirin jî (neyê xemkirin jî) dema ku DAIŞê xwe gihand ber deriyên Hewlêrê ji bo Kurdên Iraqê êdî ev bû wekî mîlad.
Divê em bibêjin ku meseleya DAIŞê ji bo Kurdên Iraqê meseleya heyînê ye. Her wekî ku li Kobanê jî heman rewş heye. Ango wekî ku ji aliyê Tirkiyê ve xuya dibe nîn e. Jixwe ew jî dikin nakin nêzikahiya Tirkiyê ya li ser vê mijarê fam nakin.
Têgihiştina kolanê: Tirkiyeyê me bitenê hişt
Dema ku DAIŞ nêzî Hewlêrê bû, Rêveberiya Herêma Kurdistanê (RHK) li hêviyê bû ku Tirkiye demlidest piştgiriyê bide, lê ev bi awayeke tatmînkar nehat dayîn. Rêveberiya Herêma Kurdistanê her çi qas gazincbar be jî bi daxuyanî û peyamên nerm û dîplomatîk derbas dikir, lê ev nermî û nêzikahiyên dîplomatîk li kolanê nayê dîtin. Li kolanê têgihiştin ev e: Tirkiye me bi tenê hişt, dema ku pêwistî pê hebû bi hewara me nehat.
Tirkiyeyê jî daxuyanî da û got ku ji xuleka pêşîn de em bi RHK re di nava pêwendiyan de bûn. Ev rast e, lê raya giştî li wê demê mêze dike, wê demê Tirkiye piştgiriyeke berbiçav nedabû. Ango RHK li hêviya piştgiriya leşkerî bû.
RHK ji aliyê Tirkiyê ve têdigihîjê ku rewşa rehîneyan destê wê girê dide, lê… Teferûat di vê “lê” de ye…
ÇETELEYA DAIŞê
Ji lew re gelê Kurd ê Iraqê (Ji bo Kurdên Rojava jî heman tişt derbasdar e.) mesela DAIŞê wekî mîladekê ye û dibêje; ‘di vê demê de kî li pişta kî be, dertê meydanê û hesabê wê tê kirin’.
Wekî nimûne, her çi qas niyeta Îranê cuda be jî, ji herêmê re şandina çekan, heta şandina leşkeran ji aliyê tu kesê ve nayê jibîrkirin. Wisa xwiya ye ku bîreweriya dîrokî jî ew ê ji bîr neke. Ya jî ji aliyê welatekê weke Albenyayê û 60 welatan ve alîkariya berbiçav û gelek jê pişgiriya leşekerî hate kirin. Hinek jê sembolîk bin jî ji aliyê gel ve girîng tê dîtin.
Helwesta Tirkiyeyê mijara rexneyê ye
Têgihiştina ku Tirkiye dereng ketiye û rexneyên tevgerên siyasî ê Kurdan zorê daye RHK, ango zorê daye Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya ku di bin serokatiya Mesud Barzanî de ye, heta wekî kozekê li hember hatiye bikaranîn.
Kurt û Kurmanciya wê ev e: “Binêrin, we pişta xwe da Tirkiyeyê, di dema herî zor û xirab de we nêzikahiya wê dît.” Tê gotin ku li Hewlêrê di nava rêveberiyê de li ser têkiliyên bi Tirkiyê re dubendî hene. Ev kî ne jixwe tê texmînkirin…
Di dema ziyareta Davutoglu de Tirkiye, piştgiriya xwe ya ji bo RHKê nîşan da. Heta berê ji bo Kerkûkê behsa ‘xetên sor’ dihate kirin, heman tişt ji bo Herêma Kurdistanê jî hate gotin. Em li vir kevaneyekê vekin: Ji bo Tirkiyeyê ‘Xetên sor’ ên ji bo Kerkûkê û mudaxeleya li ser Kerkûkê êdî li holê nemane.
Paşdexisitan Kurdan zehmet e
Piştî êrîşa DAIŞê êdî Kerkûk di destê Kurdan de ye, û wisa dixwiyê ku ew ê wisa jî bimîne. Me eniyên herêmê dît. Rêveberiya Herêma Kurdistanê ew ê ji pozîsyona xwe ya derdora Kerkûk û Mûsulê paşve venekişê, ango ew ê ji herêmên ku bi dest xistiye dernekeve.
Niha Leşkerê Tirk, ji bo çekdariyê pêşmergeyan perwerde dike. Ji bo Kobanê di navbera Tirkiye û RHKê de ‘peymana korîdorê’ didome. Tê gotin ku ‘Ji bo Tirkiyê sînorên Kurdistanê zor girîng e’.
Pirsgirêka baweriyê
Her wisa be jî, ji bo mirovên kolanê li Tirkiyê têgihiştina DAIŞê û li Hewlêrê têgihiştina DAIŞê gelek cuda ye. Heta hin kes dibêjin ku Tirkiye vê meselê gelek basît dibîne.
Ev meseleya têgihiştinê girîng e û divê ku bê sererastkirin: Ji ber ku têgihiştina li ser têkiliya Tirkiye û DAIŞê ya li Rojava û ya li Başûrê Kurdistanê heman îdîa ne.
Têkiliya navbera Enqere û Hewlêrê qut nebûye û qut jî nabe. Lê ji niha û bi şûn de ku Kurd gav biavêjin dê çend caran bifikirin hêna ew ê gav biavêjin. Divê ku bawerî ji nû ve saz bibe. Pirsgirêk bawerî ye. Mesele ew e ku di rojên giran de piştgirî ew ê hebe yan tune be.
Xeta û wendakirina demê
Rêveberiya Herêma Kurdistanê di mercên ku hene de, nayê texmînkirin ku ew ê têkiliyên bi Enqerê re biguherin. Petrol ew ê di ser Tirkiyê re here. Wekî din çare tune ye. Lê Tirkiye jî mecbûr e ku di derveyê Rêveberiya Herêma Kurdistanê de bi Bexdayê re ji nû ve têkilî deyne.
Ango, li ser xetayên ku berê çêbûne sererast bikin dixebitin. Ango, dema ku ji dest çûye dîsa dixwazin bi dest bixin. Sedem her çi be jî ev yek nayê gotin.
Dahatuya Iraqê heye gelo?
Baş e, Hewlêr û Bexda xwe nêzî hev didin, da ku krîza aboriyê derbas bikin. Bi tenê bi Enqerê re pêvajo pêş de naçe, vê yekê dibînin û dibêjin çi dibe çi nabe bi Bexdayê re li hev tênê. Sedem jî ev e. RHK ji aliyê aboriyê ve tengijiye, bi tenê bê ku pişta xwe bide Tirkiyeyê ji xwe re li alternatîfan digere û hwd.
Ji ber ku li Iraqê bi Erebên Şiî û Sunî re hêviya dahatuyekê bi pir hindik kesan re heye: Ku Kurd artêşeke xwe ya ku wan biparêze ava bikin, ji bo aboriya xwe jî bikaribin petrolê bifiroşin, ji navendê cudatir bi serê xwe bikaribin bingeha aboriya xwe ava bikin û pêk bînin, ji bo ku serxwebûna xwe diyar bikin ew ê zêde nesekinin.
Dahatuyeke domdar ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de tune ye. Ji lew re ew ê rewşa Bexdayê çawa bibe ne diyar e. Ji ber ku di navbera Erebên Şiî û Sunî de dahatuyekê tune ye. Pir hindik kes ji vê dahatuyê bihêvî ne: Ku Kurd artêşeke xwe ya ku wan biparêze ava bikin, ji bo aboriya xwe jî bikaribin petrolê bifiroşin, ji navendê cudatir bi serê xwe bikaribin bingeha aboriya xwe ava bikin û pêk bînin, ji bo ku serxwebûna xwe diyar bikin ew ê zêde nesekinin.
Di vê merhaleyê de RHK divê ku ji aliyê leşkerî, siyasî û aboriyê ve xwe di ber çavan re derbas bike. Her çi qas serxwebûn armanc be jî li herêmê rewş gelek şkestbar û xeternak e.
DAIŞ wekî kaxidê turnusolê ye
Rastiyekê jî derket holê ku li hember tehdîta DAIŞê Kurdên Tirkiyê, yên Suriyê û yên Iraqê her çi qas bi hev re bijîn jî di xala dawîn de ew Kurd bi hev re bin û ew ê hev biparêzin û li hev xwedî derkevin. Li Kobanê û Mexmûrê vê rastiyê derkete pêş çavan.
Di encamê de DAIŞ ji bo her kesê bû wekî kaxidê turnusolê; Ji bo Hewlêrê û Bexdayê û Enqerê û Rojava ev rastî derket meydanê. Kî xwedî helwesteke çawa ye, kî raberî ruyê rastiyê yê tund bû, kî bi sivikayî nêzikê DAIŞê bû û kî nebû derket û ev pirs dê hê dûdirêj bibin.

Ez bi gotineke dostekî xwe yê li Hewlêrê bi dawî bikim: “Ez ji Tirkiyeyê fam nakim. Di derveyê Tirkiyeyê de alternatîfa Rêveberiya Herêma Kurdistanê tune ye. Ma ew ê berê xwe bide Tehranê, ya jî ew ê berê xwe bide Bexdayê? Ev ne mumkun e. Me bi vî awayî tercîha xwe kiriye, lê di meseleya DAIŞê de Tirkiye çima ew qas sivik nêzik dibe nayê fêmkirin. Di serdana dawî de hinek çêbû. Lê dîsa jî Kurdan li ciyekî vê yekê nivisandin.”

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder