25 Şubat 2015 Çarşamba



Ne serkeften ne jî têkçûn

Mete Çubukçu

 Werger/Çeviri: Azad ZAL (azadzal@hotmail.com)

Demekê dirêj bû ku li ser tirba Suleyman Şah spekulasyon dihatin kirin. Bi tevgereke leşkerî ev bi dawî bû. Baş bû ku bi dawî bû.
Piştî demekê ew ê tirbe ji êrîşên her kesê re vekirî be, dê her kes bike sedemên ku spekulatîf li ser wê bênekirin. Helbet divê ji bîr nebe ku ev kar ji ku hatiye heta kê derê...
Tirkiye vê operasyonê bi sere xwe nekir. Çima berevajiyê vê bê fikirandin?
Lê ev rewş, helbet nayê wê wateyê ku li ezmana bi hêzên koalîsyonê re, li bejahiyê jî bi YPG û DAIŞê re  bi awayên cuda cuda pêwendî dananiye.

Xirabiyek tune
Her tim îhtîmala pevçûnê heye. Tedbîr li gorî wê têne girtin.
Ku hûn rasterast nexwazin bikevin nava pevçûnê, ji bo ku hûn wendayîyên bereday, ji bo ku operasyona we nekeve nava zorê û astengî terneyên hûn dikarin bi her awayî pêwendiyan bi her kesê re deynin. Ango di vê de xirabiyekê tune ye.
Berî ku ji bo tirba Suleyman Şah bi rê bikeve, Tirkiye bi PYD/YPGê re hevdîtin kiriye. Ji vê yekê normaltir tu tişt tune ye. Ku wisa nebe ne normal e. Ji ber ku tirbe li herêma Karakozakê ye, wekî din tu çare tune ye. Deriyê Mirşitpinarê ji aliyê siyasî ve di destê YPG ji aliyê leşkerî ve di deste YPGê de ye. Deriyê din yê Karkamişê jî di deste DAIŞê de ye. Ji bo ku mirov di wê derê re her bi ser tirbê de, ew der ne mumkun e.
Wekî encam, îhtîmaleke mezin e ku hêzan li hev kiriye ku kes eleqe bi kesê neke. Di vir de xirabiyekê tune ye.
Jixwe di dema operasyonê de bi kesê re (bi YPG û DAIŞê re) neketina nav pevçûnan dide nîşandan ku haya wan ji hev heye.
Sonuç olarak, kimsenin kimseye dokunmaması konusunda mutabakat sağlandığı da kuvvetle muhtemel. Burada da bir beis yok.

Ne serkeftin ne têkçûn
Ku em wekî kategorî vê operasyonê bi awayê ‘baş ya jî xirab’ ya jî ‘xaka welat hatiye berdan ya jî nehatiye berdan’ negirin dest, di derveyê van nîqaşan de em dikarin bibêjin ku, bi awayê teknîkî ev operasyon, operasyona tahliyekirinê ye û leşker jî paş ve hatine kişandinê.
Mirov dikare vê jî bibêje ku, tahliyekirin û vekişîn bi qasî operasyonên êrîşî cidî û zor in. Ango li holê ne serkeftin heye ne jî têkçûn. Û qet û qet ne hemaset e jî.
Îmhakirin jî normal e
Xirakirina tirbê jî bi vekişînê ve girêdayî ye. Di tevgerên vekişînê de divê mirov li dû xwe tiştek nehêlê.
Ciyê ku tirbe li wê ye di encamê de qadeke leşkeri ye, dema ku tu ji vir vekişiyayî divê ku tu li du xwe tu tiştek nehêlî.
Ya duyemîn û ya bingehîn jî ev e ku, DAIŞ û tevgerên selefî/tekfîrî piştî vekişînê ew ê wê tevgerê serobino bikirana. Ev dihat zanîn. Encameke bi vî rengî helbet dê girantir bûna.
Piştî ku Kobanê ji DAIŞê hat paqijkirin, YPGê ve digel hêzên koalîsyonê zor da DAIŞê, li ser wê jî DAIŞê ber bi Reqayê vekişiya, ku zor bigîjê dê zêdetir êrîşkariyê bike. Jixwe zû ve ye li ser Tirkiyeyê gefan dixwe. Ev tê zanîn.
Ji ber vê, ji bo ku DAIŞê êrîşê tirbê bike, fersend nehatiye dayîn gelek girîng e. Piştî bûyera Musilê careke din bûyereke bi vî rengî pêk bihata dê ji bo Tirkiyeyê hin problemen cidî derxistana meydanê.

Polîkaya Suriyeyê ser negirt
Polîtikaya Tirkiyeyê, ya li ser Suriyeyê ser negirt. Niha ber bi guhertinê ve diçe. Ez hêvî dikim ku Tirkiye lê varqile, pozisyona wê ya li hember Suriyeyê diguhere.
Tirkiye tev li koalîsyona êrîşên hewayî yên li hember DAIŞê nebûbû. Încîrlîkê ji bo vê yekê ji bo operasyonê venekiribû. Ji ber ku ji bertekiyên DAIŞê tirsiyabû.
Hefteya berê Amerîkayê re peymana Perwerde bike-Girê bide hate îmzekirin. Mixalifên ku ew ê bêne perferdekirin dê herin li hember DAIŞê şer bikin. Dê hin beşên vê perwerdê li Tirkiyeyê ben dayîn. Piştî ku ev peyman hat îmzekirin êdî Tirkiye bûye dijberê DAIŞê. Ev bi sere xwe xeteriyek e û ji ber vê jî operasyona tirbê bi lezgînî hatiye kirin.
Kobanê xala dawîn e
DAIŞ demekê berê li hemberî YPGê têkçûneke mezin jiya. Kobanê neket. Ku niha Kobanê di destê DAIŞê de bûna gelo dê çawa bûna? Gelo dê ev operasyon dê bi vî awaya bikariba bihata kirin?
Ji hinek aliyan ve Kobanê bû xala dawîn ya girîng. Kobanê di desthe Kurdan de ma, ev ji bo her demî baş û avantaj e. Ji bo pêvajoya aştiyê, ji bo dahatûya hevpar ya Kurdên li Suriyê û Tirkiyê, ji bo polîtîkayeke nû ya li ser Suriyeyê, ji bo tekoşîna li hember DAIŞê...
Kobanê û herêmên Rojava bi giştî  ji bo dahatuya Suriyeyê gelek girîng in. Ji lew re pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyê rasterast bi mesela Kobanê ve girêdayî ye. Ku Kurd û Tirk ji bo dahatuyeke hevpar li hev bikin dê ev li Kobanê û her wisa li Suriyeyê jî bandor bike û bibe mînak. Dibe ku berevajî wê jî bibe.
Her çi qas bê gotin ku ciyê tirbê dê paşê bêguhertin jî, niha li Kobanê ye. Ev jî ji bo dahatuya Tirkiye û Kurdên li Suriyeyê nîşaneya hevpariyê ye.
Ev dem dibe ku ew şansê ku ji dest çûye dîsa vegere.


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder