8 Şubat 2015 Pazar

DIBE KU TIRKIYE BI SALAN BI DAIŞÊ MIJÛL BIBE

Mete Çubukçu 
Werger/Çeviri: Azad ZAL (azadzal@hotmail.com)

DAIŞ rêxistineke şeterbar e. Çi qas zor bigihîje DAIŞê ew ê ew qas êrîşkar bibe, ew ê li erdnîgariya nêzber bi van êrîşên xwe hem dê zirarê bide mirovan hem jî bide welatan. Divê ku kuştina rojnamegerê Japonî û pîlotê Urdunî bi vî awayî bê ber bala mirov.
Em dikarin bibêjin ku sedemên girîng ên înfazkirinên DAIŞê; li Kobanê têkçûna giran, li başûrê Kurdistanê li hember Peşmergeyan paş ve vekişîn, bombebarandina balafirên koalîsyonê û gelek xisar dîtin, ji bo ku rêxistin xwe ji nû ve konsolide bike di nava hewldanan de ye.
Tê zanîn ku DAIŞ li Kobanê çend hezar militanên xwe wenda kiriye, çekên wê yên giran hatine texrîbkirin, bi ser de jî çi qas zor dabe jî û dabe ser Kobanê jî, tu encam ne girtiye. Têkçûna DAIŞê ya li Kobanê; li hember derve prestîja wê wenda kir, din ava xwe de têkçûna morale ji aliyê leşker3i ve wendayiyên cidî bi xwe re aniye.
Israra wê ya li ser Kobanê din ava rêxistinê de bû sedema nîqaşan jî. Heta tê zanîn ku ji ber vê yekê di nava rêxistinê de înfazên hundirîn jî têne kirin.
Ji ber vê berxwedana li Kobanê, paşvexistina li başûrê Kurdistanê ji bo dahatuya DAIŞê xalên girîng û diyarker in. DAIŞ li ser van her du xalan hêza xwe wenda dike. Lê ev darbe û paşvexistin nayê wê wateyê ku rêxistin diqede.
Înfaza hevalkarê me yê Japonî û bi taybetî jî înfaza pîlotê Urdunî; ku ev înfaz bi awayeke cihê pêk anî. Di bingeha vê yekê de dîsa sedemên ku me li jor anî ziman hene. Rêxistin pêwistî pê didîne ku dîsa bi vî awayî xwe bide axaftin; desthilata ku li ser tirsê ava bûbe, ji bo ku îmaja xwe nû bike, bi wendakirina qadan re dixwaze hem di nava rêxistinê de hem jî li hember dinyayê serweriya moralî dîsa bi dest bixîne. Di heman demê de rêxistin çi qas qadan wenda dike ew qas xeternak dibe.
Bi taybetî bi aweyeke cihê înfazkirina pîlotê Urdunî, ji aliyekî ve dixwaze çavê welatên ku piştgiriyê didin koalîsyonê bitirsîne (MEY [– Mîrekên Ereb yên Yekbûyî] ji koalîsyonê vekişiya) ji aliyê din ve jî dixwaze bibêje ku hê jî xwedî hêz e.
Dema ku mirov behsa cîranên DAIŞê bike divê mirov Tirkiyeyê ji bîr ve meke.Ew qas bi ser Kobanê de cûyîna DAIŞê ne beredayî bû. Bi vî awayî dixwest ku Kobanê bi dest bixe û xeta sînor ya rojhilat û rojavayê Tirkiyeyê temam bike. Li Sûriyê ji herêmên navîn ber bi bakur ve, heta sînorên Tirkiyê ew ê xwe dirêj bikirana. Ango deriyên navbera wê û Tirkiyeyê yên ku hene, ew ê deriyê Kobanê jî lê zêde bikirana. Lê ev nebû.
Ku Kobanê wekî ciyeke girîng û stratejîk e, biketana destê DAIŞê ew ê rêxistin li ser sînorên Tirkiyeyê xeteke dirêj bikira bin kontrola xwe. Gelo Tirkiye vî karî pir sivik dîtibû, ya jî gelo hişgiriyeke wisa çêbûbû? Bila şîroveya vê yekê para we be.
Di encamê de têgihiştin ew e ku DAIŞ bi derveyê înisiyatîfa Tirkiyê de hatiye bidûrxistin. Lê ev tev nayê wateyê ku tehdîta DAIŞê derbas bûye. Ji xwe li herêmên ber sînorên Tirkiyeyê versiyonên DAIŞê hê jî hene. Ferqa wan rêbaza wan e.
Wekî mînak, agahiyên ku tênê, dibêjin ku rêxistin ji derdorên Helebê dest bi vekişînê kiriye. Lê ciyê ku ji DAIŞê vala bibe, bê guman ku ew ê Nusra dabigire.
DAIŞ li Kobanê xwe ranegirt, lê hê jî li ser sînorê Tirkiyeyê ye. Ji aliyê din ve, li Lubnan, Urdun û Misirê li herêma Sînayê hê jî hêza xwe nîşan dide Û zorê dide van deran. Kuştina pîlotê Urdunî, destpêka nîşandana hêza  xwe ya li hember Urdunê ye. Ji lew re Urdun hedefeke ku rêxistinên Selefî êrîş bibin bi ser de, bi hêsanî îstîkrara xwe wenda dike. Li Misirê li herêma Sînayê rêxistin serî li ber DAIŞê tewand û piştî wê êrîş zêdetir bûne.
Divê ku em vê jî ji bîr nekin, DAIŞ bi tenê yên ku zor didinê bi tenê na, dema ku zor digihîjê, wan welatên ku baz dide diçe wê derê jî dibe problem. Bi ser de ku li wan welatan biçûk û mezin ku hebûna xwe jî zêde bike ev zêdetir problem e. Li Pakistanê vê nimûneyê heye, di destpêkê de ji nedîtî ve dihate dîtin û şûn de jî çi bû hate ber çavan. Di van demên dawî de li Tirkiyeyê cara yekemîn hin kesên biyan û welatiyeke Tirkiyeyê ji bo ku tev li DAIŞê bibin hatin binçavkirin. Ev girîng e. Her çi qas ev ji bo qada navnetewî wekî peyamekê be jî girîng e.
Li Tirkiyeyê li gorî berê yên ku beşdarî DAIŞê dibin û şervanên biyanî êdî bi zorê dikarin derbasî aliyê Sûriyeyê bibin. Lê ya herî girîng ew e ku belavbûn û cîgirtina hişmendiya rêbazên DAIŞ û Nusrayê zêde girîng nayê dîtin. Dema ku ev girîng neyê dîtin, di pêş de ew ê problemên mezin derxînin. Tirkiye jî dê ji vê bêpar nebe. Zanîn û tecrubeyên me yên dîrokî vê rastiyê nîşanî me didin. Em vê îhtîmalê ji ber çavan dûr nexînin ku dê Tirkiye bi salên dirêj re dê bi DAIŞê re mijûl bibe. 

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder