Rojhilata
Navîn a Nû (1) Suriye: Piştî çar salan tiştê ku di dest de maye, xirabûn e
Mete Çubukçu
Werger/Çeviri: Azad ZAL
(azadzal@hotmail.com)
Şerê navxweyî yê Suriyeyê dikeve sala pêncan. Ev şer şerê
herî tirsnak ê demên dawîn bû.
Di vî şerî de, ji wehşeta Esad heta barbariya DAIŞê, ji
dîmenên Dresdenê heta drama penaberan tev bi hev re hene.
Şerê her kesî
Di serî de Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), li gel gelek
dewletên ku dudil bûn, yên ku dixwestin bi tenê rejima Suriyeyê biguherînin,
yên ku angajeyê parastina rejimê bûbûn, hema bibêje tu dewletekê nema ku tiliya
xwe têxe nava vî şerê qirêj. Piştî pênc salan zêdeyê Suriyeyîyan ev şer êdî
şerî her kesî ye.
Ji aliyekî ve ji bo ku li piyan bimîne rejima Baasê,
Hîzbullah, milisên Şiî, Îran û yd. Ji aliyên din ve DAIŞ û grûbên wekî DAIŞê
radîkal ya jî bi alîkariya dewletên din ku bi rûpûşiya nerm xwe nîşan didin,
yên ku van grûban jinedîtî ve tên, yên ku rasterast û endîrekt piştgiriyê didin
wan.
Tişta ku kêm e, muxalefeta yekgirtî
ye
Tişta ku di çar salan de tune ye hatina ba hev a muxalefetekê
û muxalefeta yekgirtî ye. Bi tenê navekî domdar heye ew jî Artêşa Azad a
Suriyeyê ye.
Çar sal berê vanan tevan me dikaribû em texmîn bikin?
Bi tevahî nebe jî, ji bo hinekî mirov dikare bibêje erê. Ango me dizanibû
û me digot ku rejima Suriyeyê di nava çend mehan de xwe radest nake.
Rewşa Pata
Piştî çar salan drameke mezin a mirovî, şerekî qirêj û
xwîndar heye… Kom û komikên ku ji aliyên kî ve têne bikaranîn kes nizane, şerê
mezhebî yê ku êdî jêveger tune ye…
Jinedîtî ve hatina Qewirandina Xrîstiyan û dînên ciyawaz, ên
ku hêmanên qedîn ên Rojhilata Navîn in. DAIŞa barbar û yên ku le hember wê li
ber xwe didin, di serî de Kurd û yd.
Li Suriyeyê rewşeke ‘pata’
heye.
Ji lew re, li vê qadê destûr nayê dayîn ku yek ji vana bi
serê xwe rewşeke nû ya Suriyeyê ava bike. Tu kes destûr nade. Ne ji Esad, ne ji
Îslamiyên radîkal ên ku bi her cureyî hene, Selefî, El Nusra, Ahrar El Şam û
yd. tiştek dernayê. Ji xwe ji wan dernayê jî. Ji ber ku di tu yekê de kapasîte
û pêşdîtina avakirina welateke nû tune ye. Tev jî li gorî polîtîkaya dewletên
ku piştgiriyê didin wan tevdigerin. Tu yek bi xwe nîn e. Ji vê gavê bi şûn de
muxalefeteke Suriyeyê ya Xweser çênabe, ev gelek zor e.
Tecrubeyên li Iraq û Lîbyayê
Êdî ev zelal e ku heta DAIŞ neyê paqijkirin, kes ew ê bi Esad
re mijûl nebe. Her çi qas wezîrê derve yê DYAyê Kerry her çi qas gotibe “Em divê bi Esad re hevdîtin pêk bînin” jî paşê jî vegeriya be, ev ne wisa ye. Her çi qas DYA
bi Esad re li maseyê rû nenê jî, dîsa jî naxwaze saziyên Suriyeyê bi giştî têk
biçin. Ji ber vê jî mesele Esad nîn e, mesele ew e ku rejim û saziyên rejimê dê
çawa bibin? Li ber wan tecrubeya Iraqê heye.
DYA çar sal berê Tirkiye jî tê de gelek dewletan teşwîq kir
ku nu niha di dewsa Esad de li hember DAIŞê tekoşînê bidin pêşiyê. Li du vê
tecrubeya Lîbyayê heye. Yên ku Lîbyayê dîtin di vê rewşê de mudaxeleyê Suriyeyê
nakin.
Ku bê bîra we, li Lîbyayê ‘Şervanên Azadiyê’ balyozên DYAyê kuştin rewş guherî bû. Niha li
Lîbyayê hikumetekî jî tune ye. Ji bo Tirkiyeyê jî Lîbya hatiye wendakirin.
Gelo, DYA piştî ew qas tiştî dersan derdişe yan na? Ev bi nîqaş e, lê rewş ev
e.
Rewş Guherî
Tiştê ku mirov pê şaş dibe, hin ên ku wekî çar sal berê hêvî
dikin ku di nava çend mehan de ev kar dê xilas bibe.
Lê rewş guherî.
Tê gotin ku ‘Kî hêvî
dikir ku tiştek wekî DAIŞê derkeve meydanê?’Em pirseke din lê zêde bikin. ‘Kî difikirî ku –her çi qas taktîkî be jî,
DYA û Îran dê di heman xalê de bigihîjin hev?’
Niha di şerê Suriyê de lezkirin bi
kêrî tu kesî nayê. Ji xwe vî şerê tirsnak bi vî halî naqede.
Piştî vê gavê bi çi awayî dibe bila
bibe bila bi hevkariyê hewl bê dayîn. Ji vê rewşa xirab ne Esad, ne muxalif, ne
jî yên ku ji şer hêvî dikin dernaynê. Ku bi vî awayî here ne çar sal, dê gelek
sar bidome. Îstatîstîk û dengeyên herêmê wisa nîşan didin.
Belê ev der ‘Rojhilata Navîn ya
Nû’ ye, hem dengeyên berê hem jî gelek fen û fatûlan di nava xwe de
diparêze.
Hinek hem raboriyê baş nizanin, hem
jî rewşa ‘Rojhilata Navîn ya Nû’ baş
fam nakin.
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder