WÊNEYÊ MEZIN: DAIŞ NE YARIYEK E,
RASTÎ YE
Mete Çubukçu
Piştî ku li Parîsê qetlîama li ser
kovara Charlie Hebdo pêk hat, li ser vê bûyerê bi hezaran şîrove hatin kirin û
ew ê bêne kirin jî. Her çi qas hin tişt bêne zanîn jî (wekî nasnameya êrîşkaran
û hyd.) lê hê li ser pêwendiyên rêxistinî agahiyên cihê cihê hene. Dibe ku
rêxistineke wekî DAIŞê ya ku ji rayeka
El Qaîdeyê tê be.
Li welatê me şîroveyên ku têne kirin ji
îhtîmalan wêdetir, wekî her timîn ‘her tişt bi karê komplogeriyê ve girêdayî’
tê vegotin. Ev nêzikayî di şîroveyên li ser qetlîama Parîsê jî xwe nîşan da.
Sê pirs
Gelo di bûyereke bi vî rengî de hevoka
pêşîn ma divê ku bi komployê ve girêdayî be?
Dema ku hevoka duyemîn bê gotin, gelo
mirov mecbûr e ku bêje “lê” û bi vê “lê”ya hanê sedeman bibîne?
Çima rewşeke defansîf dixuyê?
Kes ne muaf e ji vê yekê
Helbet piştî vê êrîşê dê li Ewropa rewşa
penaber û biyaniyan xirab bibe û ew ê qetlîam bibe sedem ji bo îslamofobîkan,
wekî ku ‘kew li darê wan bikeve’ ye. Ew ê bê gotin ku zor û xirabiya li ser penaber û biyaniyan
wekî bertek van çalakiyên bi vî rengî derdixe meydanê.
Lê belê, dema ku em li tevahiya wêneyê
binêrin, divê ku em DAIŞ û El Qaîdeya ku ji Suriyê dest pê kir û li Efrîqa
belav bû ji nedîtî ve neyên. DAIŞ ne yariyek e, rastiyek e. Bi tevlîbûnên ji
Ewrûpa û piştgiriya ji Iraq û Sûriyeyê ev rastî her diçe belav dibe. Rêxistineke
bi vî rengî piştî demekê şûn de êdî her kes ji bo berjewendiyên xwe dikare bi
kar biîne û berê wê ber bi aliyê xwe ve bikişîne. Lê mijar ne ev e.
Mijar ew e ku ji bo ku Esad bê daxistin,
rê li ber êrîşkariya cîhadî hat vekirin, di otobana cîhadê de kontrol û venêrîn
hate rakirin. Ji Ewropa heta Lîbyayê, ji wê derê heta Tunus, Pakistan,
Çeçenistan û Tirkiyê rê li ber kesên ku xwestin tevlî bibin hate vekirin.
Ku êrîşkarên Parîsê endamên DAIŞê bin ev bûyereke nû ye
Dema ku Ewropa “jêkirina seriyan” dît,
dest bi nîqasa xeteriyên cîhadçiyên ku ji Sûriyeyê dê vegerin kir. Ji ber ku ew
ên li ser navê DAIŞê çûbûn Sûriyeyê hînî şerkirin û kuştinê bûn. Êdî li welatê
wan şaneyên wan hene.
Ku êrîşkar endamên DAIŞê bin ev bûyereke
nû ye. Her wisa êdî ew profesyonel in. Bila kes ji ber tevgerên wan ên rehet
şaş nemîne.
Dibe ku dubare be lê divêtî pê heye ku
bê dubarekirin. Berî du salan ji saloxdariya (îstîxbarat) Pakistanê, yê ku di
dema Şerê Sar de Taliban perwerde kiribû wiha gotibû: “El Qaîde ya ew ê li
Sûriyeyê bê rawestandin ya jî ew ê li hemû heremê belav bibe. Tirkiye jî tê de
divê her kes baldar be.”
Biçûkdîtina cîhadçiyan
Helbet bi tenê ne li Sûriyeyê, li
Efrîqa, li Mexrîbê rêxistinên bi vî rengî hene. Û ev yek êdî bi tenê bi
jibîrvekirin û hejariyê nikare bê îzahkirin. Rewş ev e.
Gelek aliyên sosyolojîk hene û divê ku
bêne nîqaşkirin.
Lê divê ku li hember êrîşkariya
cîhadçiyan tedbîrên cidî bêne girtin. Di serî de divê ku ne biçûk, ne sivik û
ne jî bi awayê erênî bê dîtin.
Ji lew re yên ku rêxistinên bi rengê
DAIŞê negirin cidiyetê, wekî bêhneke demborî bigirin, ew bingeheke guncaw ji bo
cîhadçiyan amade dikin.
Helbet, piştî vê êrîşê divê ku gelek
dewlet, polîtîkayên xwe yên li ser Sûriyeyê di ber çavan re derbas bikin,
veguherînin û nû bikin.
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder